Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Leşkerî ya Sudanê Soza Rêvebirîyeke Sivîl Dide Xwepêşanderan


Civata leşkerî ya Sudanê, ku niha wî welatî bi rêve dibe, îro Înê soza rêvebirîyeke sivîl da xwepêşanderan û bîragiştî.

Piştî ku Omer el Beşîr ji alîyê artêşê ve ji desthilatê hatibû ladan, civata leşkerî soz dabû ku di nav du salan de hikûmeteke sivîl desthilata welêt kontrol bike.

Wezîrê Berevanî yê Sudanê Mihemed Ahmed Awad Îbn Auf ku rêbertîya civata leşkerî dike, roja Pêncşemê gotibû ku ew çaverê ye heta du sal dervaz bin ku hikûmeteke neleşkerî pêk were.

Daxuyanîya wî bûbû sedema nerazîbûnên xwepêşanderan ku dixwazin demûdest hikûmeteke sivîl Sudanê bi rê ve bibe.

Civata leşkerî ya Sudanê herwiha ragihand ku ewê Beşîr jiber tawanên jenosîd radestî dadgeha navnetewî neke û wî li Sudanê dadgeh bike.

XS
SM
MD
LG