Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Sudanî li Xartumê bi Dehan Xwepêşander ji Hev Cuda Kirin


(Arşîv)

Polîsên Sudanî îro Duşemê li bakurê Xartumê bi dehan xwepêşanderên nerazîbûnê bi gazên îsotê ji hev cuda kirin û barîyer û astengên li ser kolanan jî rakirin.

Dîdevanan ji Reutersê re got ku polîsan û hêzên taybet nêzî 100 xwepêşanderan ji hevdu cihê kirin û astengên ser rêkên serekî rakirin ku trafîk careke din biherike.

Maytekirina polîsan di vê demê de hat ku danûstandinên asê yên navbera oposîzyonê û civata laşkerî jinûvr destpê kiriye.

Xwenîşanderên hevrik careke din derketin kolanan ku givaştina ser civata leşkerî zîde bikin ku piştî ladana serokê berê Omer El Beşîr Sudanê bi rêve dibe.

Xwepêşander ji leşkeran dixwazin ku desthilata welêt demûdest radestî sivîlan bikin, lê leşker dibêjin piştî du salan ew yek pêkan e.

Artêşa Sudanê di 11’ê Nîsanê de El Beşîr, ku ji 1989’an vir ve serokê Sudanê bû, ji desthilatê gêr kiribû û ji wê rojê vir ve hîn ser rêvebirîya sivîl ti gav neavêtiye.

XS
SM
MD
LG