Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sudanî Dibêje Ew ji Danûstandinên ligel Oposîzyonê Amade Ye


Serokê Civata Leşkerî ya Sudanê General Abdel Fattah Burhan îro Çarşemê ragihand ku ew amade ne bi opozîsyonê re bicivin.

Burhan got ku ew hazir in bp anîna sîstema demokrasîyê li Sudanê, danûstandinan bi koma hevrik ya serekî Hêzên Guherîn û Ragihandina Demokrasî bikin.

“Em amade ne ku bi Hêzên Guherîn û Ragihandina Demokrasî re danûstandinan bidomnin û em rola wê ya di serîrakirinê û şoreşa gel de înkar nakin,” Burhan got.

Danûstandinên navbera artêşa Sudanê û opozisyonê hilweşîbûn, piştî ku hêzên ewlekarî di 3’yê Hezîranê de avêtibûn ser xwepêşanderên pêş Wezareta Berevanî û bi dehan kes kuştibûn.

XS
SM
MD
LG