Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Sudanê Dibêje Desthilata Wî Tune ku Peywendîyên ligel Îsraîlê Normal Bike


Serokwezîrê Sudanê Abdalla Hamdok îro Sêşemê ji Wezîrê Dervê yê Amerîka Mike Pompeo re got ku Sudan ne mecbûr e ku têkiliyên bi Îsraîl re normal bike û divê pirsgirêk bi derxistina Sudanê ji lîsteya dewletên ku sponsarîya terorîzmê dikin ya Amerîkayê ve neyê girêdandin.

Berdevkê hikûmeta Sudan Faysal Salîh dazanîn ku Hamdok ji Pompeo re gotîye ku hikûmeta veguhastinê ya demkî desthilatdar nîne ku biryarê ser normalkirina peyvendîyêb bi Îsraîlê bigire. Lê mijar dê piştî ku saziyên veguhêz yên Sudanê werin damezirandin, biryardayîn.

Wezîr Pompeo ji Îsraîlê hat Sudanê, ragihand ku ew dixwazin piştvanîya xurtkirina peyvendîyên Sudan û Îsraîlê bikin û bo cara yekê firînên fermî yên raste rast yên di navbera her du welatan de dest pê kiriye.

Wezîr Mike Pompeo bi Serokwezîr Hamdok û Serokê Civata Hikûmetê General Abdel Fettah El-Burhan re hevdîtin pêk anî, û ser Twîtterê got ku veguheztina demokratîk ya Sudanê firsendek bêhempa ya dîrokî ye.

Amerîka pişti di 2019'an de bi protestoyên girseyî serokê îslamî yê berê Omer El-Beşîr ji desthilatdarîyê hat daxistin, têkilîyên xwe bi Sudan re sererast dike.

Sudan ev salake di peyvajoya veguheztinek siyasî ya bo 39 mehan de ye ku artêş û sivîl hêza desthilatdarîyê parve dikin.

Aborîya Sudanê di krîzê de ye û karbidestên welat bi armanca gehiştina çavkanîyên darayî yên navneteweyî yên deyndayînê hewl didin ku Sudan ji lîsteya terorîzmê ya Amerîkayê were derxistin.

Hejayê balkişandinê ye ku serdana Pompeo piştî di vê mehê de peymanek di navbera Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî de bo têkiliyên tevahî ava be, hatibû îmze kirin pêk hat.

Îsraîl û Amerîka dixwazin û hewl dididn ku pirtir welatên Erebî vê rêka lihevkirinê bişopînin.

Têkiliyên bi Îsraîl re li Sudanê de mijareke gelek hesas e, ku di dema El-Beşar de nava dijminên dijwar yên îslamî yê Îsraîlê bû.

Hikûmetê Sudanê berdevkê wezareta derve yê xwe derewçîn derxist ku wî hefteya borî biryara Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ya normalkirina peywendîyên bi Îsraîlê re weq gavek wêrek û girîng şîrove kiribû.

Hejayê birxîstinê ye ku Washington bi sûcdarîya piştgiriya ya bo komên mîlîtan û şerê navxweyî yê li Darfur, ser Sûdanê tolê ragihandibû û tolêyên bazirganiyê di 2017'de hate rakirin.

XS
SM
MD
LG