Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Sudanî Daxwaza Rêvebirîya Sivîl Bilindtir Dikin


Bi hezaran xwepêşanderên Sudanî îro Înê herikîn ber avahîya wezareta berevanîyê û li wê derê dest bi çalakîya rûniştinê kirin.

Di girseya herî mezin ya heta niha de, xwenîşanderan daxwaz ji wezaretê kir ku desthilata welêt radestî sivîlan bike.

Xwepêşanderan bi alayên Sudanê, dirûşmên “azadî, aştî û dadmendî” qerîyan û zarokên ku li ser pireke nêzî xwepêşandanan bi kevir û hesinan piştgirî da sloganên wan.

Civata leşkerî ya Sudanê ragihandibû ku ew amade ye ku hîn daxwazên xwepêşanderan bi cîh bîne û dijî dizî û pere xwarinê şer bike, lê red kiribû ku desthilatê ji rêberên xwepêşandanan re bihêle.

Civata leşkerî ya Sudanê hefteya borî gotibû ku ewê heta du salan li ser desthilatê bimîne û dû re hilbijartinan pêk bîne û rêvebirîya welêt ji sivîlan re bihêle.

Ew daxuyanî bûbû sedema nerazîbûnên xwepêşanderan ku dixwazin demûdest hikûmeteke sivîl Sudanê bi rê ve bibe.

Sudan demek e dirêj e ku rûbirûyê buhabûnê mesrefên jîyanê, kêmahîya diravê neqît û pêdivîyên bingehîn e û ew jî nerazîbûna gel zêde kiriye.

Gelek pispor rewşa aborîya welêt bi rêvebirina xirab, dizî û pere xwarinê, bandorên toleyên Amerîkî girêdidin. Herwiha hindakirina dahatîyên petrolê ya piştî cihêbûna Sudana Başûr ya di sala 2011’an de jî yek jî sedemên serekî tê dîtin.

XS
SM
MD
LG