Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sudanê Hilbijartin Dê Heta Neh Mehan Çêbe


Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê ragihand ku hemî danûstandinên bi opozîsyonê re hatine pûç kirin û dê heta neh mehan hilbijartina pêşwext li dar keve.

Hêzên ewlekarîyê roja Duşemê li Xartum ya paytext êrîş biribûn ser xwepêşandaneran û bi kêmî ve 35 kes hatibûn kuştin.

Serokê Konseya Leşkerî ya Demkî Abdulfetah El Burhan, di kanala dewletê de dîyar kir ku konseyê hemî peymanên bi opozîsyonê re betal kiriye.

Wî da zanîn ku bo kuştinên li Xartumê jî ewê vekolînê bidin destpê kirin.

Piştî serokê berê yê Sudanê Omer El Beşîr ji desthilata welêt çûbû, komên opozîsyonê û karbidestên artêşê bo rêvebirîya sivîl dest bi danûstandinan kiribûn.

XS
SM
MD
LG