Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sudanê 9 Leşker jiber Kuştina Sivîlan Hatin Desteser Kirin


Civata Leşkerî ya Sudanê îro Înê ragihand ku girêdayî kuştina xwepêşanderan ya vê heftê, 9 leşker ji kar hatin dûrxistin û niha di desteserkirî ne.

General Şemsedîn Kabbaşî, berdevikê Civata Leşkerî ya Sudanê ya desthilatdar di preskonferansekê de got ku 9 leşkerên ji Hêza Bersîvdana Demûdest, jiber kuştina xwenîşanderan hatine desteser kirin.

Kabbaşî da zanîn ku walîyê herlma Kurdofona Bakur û civata ewlekarîya wê herêmê jî ji kuştina 6 sivîlan li bajarê El Ubeyd werin berpirsgirtin ku 4 ji wan xwendekar bûn.

Piştî kuştinên li El Ubeyd xwepêşandanên nerzîbûnê destpê kiribûn û bi sed hezaran Sudanî, ser banga rêberên rikeberî herikîn kolanan ku desthilata leşkerî protesto bikin.

Serokê berê yê Sudanê Omer El Beşîr, ku bi qasî 30 sal li desthilatê bû, di meha Nîsanê de bi darbeya leşkerî ji desthilatê hatibû gêr kirin û artêşê dest danîbû ser rêvebirîya wî welatî.

XS
SM
MD
LG