Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sudanê Jimareke Leşker Hatin Desteser Kirin


Medya Sudanê ragihand ku jimareke leşkerên hefteya borî êrîş biribûn ser xwepêşandaneran hatine desteser kirin.

Ajansa fermî ya Sudan, Suna da zanîn ku konseya leşkerî ya demkî ser leşkerên êrîş pêk anîne hin delîl bi dest xistine.

Di daxuyanî de de ser hejmara leşkerên hatine girtin ti agahî nehat dayîn.

Artêşa Sudanê, di 3’ê Hezîranê de li Xartumê bi awayekî tund êrîş biribû ser xwepêşandaneran.

Doktorên nêzî opozîsyonê dîyar kiribûn ku di êrîşê de pirtirê 100 kes hatine kuştin û nêzî 500 kesên din jî birîndar bûne.

Karbidestên Wezareta Saxlemî ya Sudanê îdiayên doktorên nêzî opozîsyonê red kiribûn û dabûn zanîn ku tevî 3 karbidestên ewlekarîyê 61 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG