Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sudanê û Opozîsyon li Hev Dikin


Danûstandinerên di navbera Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê û serhildayan de ragihand ku her du alîyan li hev kiriye.

Li gor lihevkirinê, her du alî heta sê salan dê bi dorê li desthilatê bin û dûre dê hilbijartin çêbe.

Lihevkirina her du alîyan ji alîyê danûstandinêrê Yekîtîya Afrîqa Muhamed Hasan Lebat hat ragihandin.

Piştî ku Serokê berê yê Sudanê Omer El Beşîr ji desthilatê hatibû gêr kirin artêşê dest danîbû ser desthilatê û di navbera artêş û sivîlên serhilda de pevçûn çêbûbûn.

Peymana ku her du alîyan îmza kiriye dide zanîn ku komîteyeke serbixwe dê bûyerên tundûtûjîyê yên çend hefteyên dawî vekole.

XS
SM
MD
LG