Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Li Sudanê di Protestoyên Dijî Hikûmetê de Herî Kêm 37 Kes Hatin Kuştin


Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) ragihand ku li Sudanê bi kêmî ve 37 kes, ji alîyê karbidestên ewlekarîyê ve di protestoyên dijî hikûmetê de hatine kuştin.

Hikûmeta Sudanê hejmara ku sazîyên navneteweyî dide red dike û dîyar dike ku hejmara kuştiyan 8 e.

Protestoyên li Sudanê hefteya borî ser buhabûna nên destpê kiribûn.

Roja Sêşemê jî bi hezaran kesên li Xartum ya paytaxta Sudanê kom bûbûn bi sloganên ser karvekişîna serokê welêt Omer El Beşîr xwestin ber bi qesira seroktîyê bimeşin.

Karbidestên ewlekarîyê xwepêşandaner bi cop û gaza rondikrij belav kir.

Amnesty bang li karbidestên Sudanê kir ku ''li şûna kuştina xwepêşandaneran bo kêşeyên aborî çareserîyan bibîne''

Amerîka, Kanada û Brîtanya ser tundûtûjîya li Sûdanê dîyar dikin ku ketine fikaran.

Serokê Sûdanê Omer El Beşîr di sala 1989’an de bi darbeya leşkerî hat desthilatê û 29 sal in welêt birêve dibe.

XS
SM
MD
LG