Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sudanê û Rikeberîya Sivîl Piştî Danûstandinên Dirêj li Hev Dikin


Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê û rikeberîya sivîl piştî danûstandinên dirêj li hev kirin.

Li gor rêkeftinê, dê ji leşker û sivîlan civatek çêbe û ew dê bi dorê serokîya civakê bikin.

Cîgirê Serokê Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê Muhamed Hamdan Dagalo ji AFP’ê re got ku ew ‘’kêlîyeke dîrokî’’ dijîn.

Serokê berê Omer El Beşîr, ku bi qasî 30 sal li desthilatê bû, di meha Nîsanê de bi darbeya leşkerî ji desthilatê hatibû gêr kirin û artêşê dest danîbû ser rêvebirîyê.

Di protestoyên sivîlan de bi dehan kes hatibûn kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG