Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand komeke leşkerên Sudanê dest danîye ser rêvebirîya welêt.
Reutersê dîyar kir ku Serokwezîrê Sudanê Abdulah Hamduk hatiye desteser kirin û ji wî tê xwestin ku piştgirîya darbeyê bike.
Li gor daxuyanîyeke li ser navê Hamduk hatiye belav kirin, serokê welêt ji Sudanîyan dixwaze ku dijî darbeyê bi awayekî aştîyane dakevin qadan.
Artêşa Sudanê ser hewildana darbeyê heta niha hîn ti daxuyanî belav nekiriye.
Ajansên navneteweyî didin zanîn ku li Sudanê hin wezîr û rêberên partîyên sîyasî jî hatine desteser kirin.
AFP’ê ragihand ku leşker ketine hindurê avahîya radyo û televîzyonê dewletê û karmendên li wir desteser kirine.
Serokê Sudanê Omer El Beşîr du salên berê bi darbeyê ji desthilatê hatibû dûr xistin û hikûmeteke demkî hatibû ava kirin.
Li Sudanê ew demek e di navbera leşkeran û nûneran de nakokî hebûn.
Karbidestên Sudanê meha borî dîyar kiribûn ku rê li ber hewila darbeyê ya alîgirên Beşîr hatiye girtin.