Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sudana Başûr Metirsîya Xelayê Zêdetir Dibe


Helîkoptera WFP'ê dadikeve gundekî Sudana Başûr
Helîkoptera WFP'ê dadikeve gundekî Sudana Başûr

Hikûmeta Sudana Başûr ragihand ku li hin heremên wî welatî xelayeke mezin heye û tunebûna xwarinê kêşeyeke pir awarte ye.

Hikûmetê da zanîn ku ger mudaxale nebe 100 hezar kes li ber e ku ji birçîbûnê bimirin û metirsîya belavbûna xelayê jî roj bi roj zêdetir dibe.

Berdevkê Programa Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) Challis McDonough dîyar kir ku ya li Sudanê rasterast xela ye.

‘’Em vê peyvê zû bi zû nabêjin. Min nedixwest ku ez ji bo Sudana Başûr jî bi kar bînim, lê mixabin em dibînin ku ya li vî welatî ‘xela’ ye, ne tiştekî din e.’’

Hêjayî bîrxistinê ye, piranîya gelê Sudana Başûr cotkar e û jiber şerê navxweyî bi salan çandinî li wir nebû. Di şerê navxweyî de ku ji 2013’an heta 2015’an dom kir, 50 hezar kes hatin kuştin û bi mîlyonan kesên din jî neçar man ku koç bikin.

XS
SM
MD
LG