Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sudana Başûr Şertên Vekêşanê ji Bajarokê Bakur Radigîhîne


Kargeha neftê ya li Heglig a Sudana Başûr
Kargeha neftê ya li Heglig a Sudana Başûr

Sudana Başûr şertên xwe yên jibo vekêşana hêzên xwe ji bajarokê bakur eşkere kir ku vê heftê dagir kirîbû.

Ofîsa Serok Salva Kiir dibêje, başûr dê ji bajarokê Heglig paşve bikşîne, eger "mekanîzmeyeke zelal û garantî” bêne dayîn ku Sudan herêmê jibo êrîşên dijî wê kar neyîne.

Ofîsa Serok her wiha dibêje, heta ku Sudan û Sudana Başûr kêşeyên xwe çareser dikin, divê hêzên bê alî li herêma bi petrolê dewlemend, bêne cîh kirin.

Hêzên başûrî bajarokê Heglig roja Sêşemê xistibû bin kontrola xwe. Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî banga sekinandina pevçûnan kir û xema xwe ya zêdebûna girjî û alozîyan dîyar kir.

XS
SM
MD
LG