Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salva Kiir û Riek Machar Ser Hikûmeta Yekbûyî Hevbîr Dibin


Serokê Sudana Başûr Salva Kiir îro Sêşemê ragihand ku ew û hevrikê wî Riek Machar giheştin rêketinekê ku hikûmeteke nû ya yekbûyî damêzirînin, ku ji mêjve dihat çaverê kirin.

Kiir û rêberê opozîsyonê Riek Machar, di nav sê rojên borî de li paytext Juba dicivîn ku kêşe û cudabîrîyên xwe çareser bikin û hikûmeteke nû ava bikin ku biryar bû heta 12’ê Mijdarê bihata damêzirandin.

Xem û fikarên civata navnetewî hebûn ku pirsgirêkên navbera her du alîyan dikarin bibin sedema şerekî navxweyî.

Wezareta Xezîne ya Amerîka roja Sêşemê ragihandibû ku dijî Endamê kabîneya Sudana Başûrî Elia Lomuro û Wezîrê Karên Berevanîyê Kuol Manyang Juuk toleyên nû hatine ragihandin, sedema ku ew şerê navxweyî gurtir dikin.

Amerîka dixwest bi wê biryarê givaştinên ser karbidestên Sudana Başûrî zêde bike ku ew demûdest hikûmeteke yekbûyî damêzirînin.

Di sala 2013’an de, kêmtir ji du salan piştî wergirtina serxwebûnê ji Sudanê, şerê navxweyî li li Sudana Başûr derketibû û dora 400,000 kes hatibûn kuştin û bi mîlyonan kesên din jî derbider bûbûn.

Serokê Sudana Başûr Salva Kiir û rêberê opozîsyonê Riek Machar di 2018’an de, di bin givaştina Amerîka û dewletên herêmê de peymanek îmza kiribû ku heta 12’ê Mijdara vê salê hikûmeteke yekbûyî pêk bînin, lê ew yek pêk nehatibû.

Kiir û Machar ser 100 roj muhlet hevbîr bûbûn ku hikûmeta yekgirtî ava bikin.

XS
SM
MD
LG