Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermanberên Tenduristiyê li Silêmaniyê Huşdariya Baykutkirinê Didin


Fermanberên kerta tenduristiyê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Îraqê huşdarî dan ku di dema 48 demjimêran de hikûmet bersiva wan li dor dayîna mûçeyên wan nede, ew dê seranserî navendên teduristî baykut bikin.

Sandîkeyên berevaniya mafên karmendên tenduristî li bajarê Silêmaniyê di daxuyaniyeke de ji bo hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê, got ew 48 demjimêran didine hikûmetê ku mûçeyên kerta tenduristiyê bidin, eger na ew dê baykutkirina hemî navendên tenduristî ragihînin.

Di konferanseka rojnamevanî de sandîkeyan ragihand ku karmedên teduristiyê di eniyên pêşîn ên rûbirûbûna vîrusa koronayê de ne û pêwîste mûçeyên wan bigihin wan.

Tê zanên ku ev çend meh in fermanberên kerta tenduristiyê, wek hemî kertên din, mûçeyên xwe wernegirtine.

Serokê beşê Silêmaniyê yê sandîkeya karmendên tenduristî Hawjîn Osman got ku navendên tenduristî di rewşeke xerab de ne.

Wî got:

“Niha nêzîkî 100 pizîşk û karmendên tenduristî û şofêr û fermabner li sînorê partêzgeha Silêmaniyê bi vîrusa koronayê ketine, hinek ji wan baş bûne û hinek jî di bin çavdêriya tenduristî de ne.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Rêbaz Mecîd
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00


XS
SM
MD
LG