Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Amerîkî Serdana Erebistana Saudî û Îmarat Dike


Jake Sullivan, şîretvanê ewlekarîya niştimanî yê Qesra Spî
Jake Sullivan, şîretvanê ewlekarîya niştimanî yê Qesra Spî

Civata Ewlekarîya Niştimanî ya Qesra Spî îro Duşemê ragihand ku Jake Sullivan, şîretvanê ewlekarîya netewî yê Serokê Amerîkî Joe Biden dê ligel şandîyê Amerîkî yê taybet bi Yemenê serdana Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) bike.

Li gor daxuyanîyeke Emily Horne, berdevka Civatê, Brett McGurk, Kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa li Civata Ewlekarîya Netewî, wê ligel Sullivan û Tim Lenderking di vê serdanê de be, ku tê de ligel karbidestên payebilind yên her du welatan çend mijarên girîng yên herêmî û cîhanî gotûbêj bikin.

Sullivan dê îro Duşemê biçe û ligel Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed bin Salman gotûbêjan derbarê rewşa li Yemenê pêk bîne. Herwiha tê çaverê kirin ku ew ligel cîgirê wezîrê berevanîyê Xalid bin Salman, birayê prensê cîgir, kom bibe.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ku rewşa şer li Yemenê mezintirîn krîza mirovahî li cîhanê anîye holê. Heft salên şer jî hiştîye ku ew welat têkeve rewşeke aborî ya xirab ku di encama wê de xwarin jî kêm bûye.

Amerîka û Erebistana Saudî û hin welatên din soz dane ku alîkarîya mirovahî bo Yemenê zêdetir bikin. Erebistana Saudî serkêşîya koalîsyoneke leşkerî li Yemenê li dijî grûpa Husî ya ser bi Îranê dike.

Helwesta Serok Biden ji ya serokê berê Donald Trump hember Erebistana Saudî tundtir e.

Biden jiber binpêkirinên mafên mirov rexneyan li hikûmeta Saudî dike.

Herwiha, Amerîka raporteke zanyarî îsal belav kir ku tê de hatîye gotin ku destê presnê cîgir yê Saudî di kuştina rojnamevan û çalakvanê Saudî Cemal Xaşiqcî ya sala 2018’an de hebû. Prensê cîgir vê yekê red dike.

XS
SM
MD
LG