Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevdîtinên Serokê Misrê Û Şêwirmendê Biden Derbarê Aloziyên li Herêmê


 Jake Sullivan Şêwirmendê Biden yê Ewlekariya Niştîmanî.
Jake Sullivan Şêwirmendê Biden yê Ewlekariya Niştîmanî.

Şêwriemdê Ewlekariya Netwî yê serok Biden hevdîtin li gel serokê Misrê encamdan û bal kişand ser aloziyên li herêmê û têkiliyên di navbera Washington û hevpeymanên wê yên li Rojhuilata Navîn de, ev yek ji aliyê ofîsa serokê Misrê hatiye ragihandin.

Roja Çarşemê li paytext Qahîre civîn di navbera Jake Sullivan û serokê Misrê Abdul Fattah el-Sissi's pêkhatin, ev dî wî çaxî de ye, ku rêveberiya Biden givaştinan dixe ser hikûmeta Sîsî da ku kampeyna li dij opozisyonê rawestîne.

Amerîka destpêka vê mehê ragihand bû ku ewê alîkariyên leşkerî ku buhayê 130 mîlyon dolarane bo Misrê rawestînin jiber nerihetiya girêdayî dosya mafên mirovan.

Di civînê de Wezîrê derve yê Misrê Sameh Şukrî beşdar bû, piştî ku Sullivan ji serdana Erebistana Saûdî û Îmaratên Arabî giha Misrê, ku bo danûstanidinên derbarê bidawî kirina şerê li Yemenê çûbû wan welatan.

Ofisa Sîsî dîsan da diyar kirin ku danûstandin derbarê zindîkirina diyaloga aştiyê ya di navbera Îsraîl û Filisîniyan de jî heye, di wî çaxî de ku nakokî di navbera Hemas û Îsraîlê de zêde dibin.

XS
SM
MD
LG