Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sullivan Dibêje Ew bo Dîplomasîya bi Rûsya re Hazir In


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê Qesira Sipî ragihand ku Amerîka bo dîplomasîya bi Rûsya re hazir e.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî Jake Sullivan roja Duşemê ji hemtayê xwe yê Rûs re gotiye ku ew bo çêkirina peywendîyên bi Moskowê re amade ne.

Sullivan ji Şêwirmendê Sîyaseta Derve yê Serokê Rûsya Vladimir Putin, Yuriy Ushakov re gotiye hemî dîyalog divê dualî bin û divê fikarên Washingtonê yên ser kiryarên Moskowê pûç bikin.

Rûsya di demên dawî de leşkerên xwe nêzî sînorê Ukrayna bi cîh dike û ew yek bo welatên rojava û Amerîka fikaran çêdike.

Moskow dibêje divê NATO li rojhilata Ewrupa kiryareke leşkerî neke û dîyar dike ew mijar jî di nav de ew dikare ser hin babetan danûstandinan bike.

XS
SM
MD
LG