Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron îro Înê bi rêka telefonê axifîne.
Reutersê da zanîn ku her du serokan derbarê rêkên qaçax yên koçberîyê danûstandin kirine.
Downing Strettê dîyar kir ku Sunak ji Macron re behsa girtina rêka Kanala Îngîlîz kiriye.
Sunak daye zanîn ku divê ew rêk bi ti awayî neyê karanîn.
Wî û Macron li hev kirine ku ew bo girtina rêkên qaçax tevkarîyê xurttir bikin.