Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Amerîkî Dersînorkirina Tawankaran Hêsan Kir


Dadgeha Bilind ya Amerîkî îro Pêncşemê ji bo karbidestên federalî rêya dersînorkirina tawankaran hêsan kir ku ew jî jibo rêvebirîya Serok Donald Trump serketinek e.

Bi dadwerên muhafezekar di piranîyê de, dadgehê 5 erênî 4 neyênî biryar da ku ew jî biryara dadgehake jêrîn erê dike.

Di biryara dadgeha jêrîn de, rûniştvanekî daîmî û qanûnî ji Jamaîka yê bi navê Andre Martello Barton nekarîbû biryara dersînorkirina xwe betal bike, tevî ku qanûna Amerîkî destûr dide rûniştvanên daîmî ku li Amerîka bimînin.

Barton piştî tawanên narkotîkê û yên çekan li Georgia hatibû mehkûm kirin û jiber wê yekê biryara dersînorkirina wî hatibû dayîn.

Biryar dikare bandora xwe bi hezaran koçberên ku bi tawanên biçûk hatine mehkum kirin bike ku ew bi awayek qanûnî li Amerîkayê dijîn.

Rêvebirîya Trump li dijî pêşnîyara Balton ya betalkirina biryarê derket.

Helwesta hişk ya Trump li ser koçberiya hem qanûnî hem jî bêqanûnî taybetmendiyeke bingehîn ya seroktîya wî û kempeyna wî ya jinûve hilbijartina 2020ê ye.

Trump helwesta hişk ya dijî koçberîyê hinekî bi tawanên koçberan kirî ve girê dide û di cîh da dibîne.

Niştecîhên daîmî yên jibo dersînorkirinê hatine hilbijartin dikarin jibo betalkirina biryarê serî lê bidin, heke ew bi kêmî ve heft sal bin li Amerîka dijîn û ger wan tawanên giran nekiribin.

XS
SM
MD
LG