Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijêr Clinton, Trump di Super Tuesday de Serkeftinên Mezin Bidest Dixin


In this composite image, US presidential candidates Donald Trump, left, and Hillary Clinton, right, speak to supporters following strong Super Tuesday performances.
In this composite image, US presidential candidates Donald Trump, left, and Hillary Clinton, right, speak to supporters following strong Super Tuesday performances.

Berbijêra Demokratan û wezîra derve ya Amerîka ya berê Hilary Clinton û berbijêrê Komariyan Donald Trump li eyaletên sereke yên Amerîka ketin pêşiya berbijêrên din.

Roja Sêşemê (Super Tuesday) ku, weke klîta serkeftinên pêşî yên hilbijartinên Amerîka tê dîtin, xanim Clinton û Donald Trump serkeftinên berbiçav bidest xistin, bi vî awayî herdu berbijêr her yek ji wan ket pêşiya berbijêrên din ji partiyên xwe.

Wezîra derve ya berê Hilary Clinton li Eyaletên Tennessee, Alabama, Georgia, Arkansas, Virginia, Texas û Massachusetts, serkeftin bidet xist, hevrikê wê ji Demokratan kesê sosiyalîst Bernie Sanders Vermont, Oklahoma, Minnesota û Colorado serkeftin bidest xistin.

Li aliyê Komariyan berbijêr Donald Trump li eyaletên Arkansas, Georgia, Alabama, Tennessee, Virginia, Vermont û Massachusetts qezenc kirin, hevrikê wî ji Komariyan senator Ted Cruz eyaleta xwe Texas, herweha Oklahoma û Alaska serkeftin bidest xistin, lê senator Marco Rubio serkeftineke weha bidest ve ne anî.

Li gur van encaman, tê çaverê kirin ku, di qunaxa dawiyê de herdû berbijêr Hilary Clinton ji Demokratan û Donald Trump ji Komariyan dê bikevin di hevrikiyek dijwar ya jibo hilbijartinên serokatiya Amerîka de.

Donald Trump di axiftineke xwe da got, ewê kesekî bi tenê li hemberî xwe bibîne jibo hilbijartinên serokatiyê ew ji Hilary Clinton e.

Encamên li Super Tuesday de, hatin bidest xistin ne surpirîzek bu jibo Amerkiyan, jiber ku, di hemû rapirsên pêşwext yên derheqa pêşhilbijartinan de, hatbûn kirin, wan encaman didan zanîn ku berbijêr Clinton û Trump dê kevine pêşiya berbijêrên din ji herdu partiyan.

XS
SM
MD
LG