Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Qanûna Bingehîn Biryara Qedexeya Rêwîtî Dinirxîne


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka îro dicive ku biryara Serok Trump ya danana qedexeya rêwîtîyê ji kesên ku ji Îran, Lîbya, Koreya Bakur, Sûrîye, Venezuela, Somalya û Yemenê tên Amerîka binirxîne.

Piştî ku hate ser kar, Trump sê fermanên qanûndêr derxistibûn ku hatina rêwîyên hîn dewletan qedexe bike. Du ji wan yên pêşîn kindemî bûn, lê qedexeya rêwîtî ya vê carê bê dema dawîbûnê ye.

Istana Hawaii, Rêxistina Misilmanan ya Hawaii û sê kesên ku dijî rêvebirîya Trump doz vekirin, wê îro hewil bidin ku dadgehê qane bikin ku ew biryar dijî civata Misilman e.

Dozveker herwiha îdia dikin ku serok bi wê biryarê, di warê polîtîkayên koçberîyê de derketiye desthilata xwe ya qanûnî.

Beramberê wê, berevankarên hikûmetê dibêjin ku desthilata serok li ser warê koçberîyê heye.

Wezîrê Dadê yê Amerîkî Jeff Sessions daxuyanîyeke nivîskî li ser mijarê weçand.

"Serok Trump pêgir e ku biryara ser rêwîtîyê jibo parastina gelê Amerîkî pir girîng e. Em çaverê ne ku berevanî li biqanûnîbûna vê biryarê li Dadgeha Qanûna Bingehîn bikin."

XS
SM
MD
LG