Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jibo Rewşa Mirovahîyê li Sûrîyê Civînek Pêk Tîne


Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyi îro Çarsemê brifîngek taybet li ser rewsa mirovahiyê li Sûriyê ku bi pistgiriya êrişên esmanî yên Rûsî hêzên hikûmetê li diji serhildaran êrisek destpê kiriye lidar dixe.

Operasyonê bi deh hezaran kes ku ji bajarê bakur ber bi sînorê Tirkyê ve direvin şandin û Neteweyên Yekbûyî û grubên yarmetiyê di herêmê da ji felaketeke mirovahiyê ditirsin.

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ku bingeha wê li Britanya ye, roja Çarşemê got, ji dema êriş destpêkirî heta niha, bi kêmî ve 500 kes hatine kuştin ku nêzîkî 100 ji wan sîvîl in.

Roja Sêşemê berpirsê Neteweyên Yekbûyî Stephen Obrien gotibû ku derbarê bûyerên li Helebê û bandora şer li ser gehiştina alîkarîya jibo bajar ew pir xembar e.

Obrien got, bi avayek mîsoger diyar e ku divê ew berdevam dubare bikin ku pêwîstiya herî bilind û bersiva herî baş ya mirovahiyê ew e ku bomberdiman raviste û ya duyemîn jî ew e ku em garantî bikin ku sînor jibo mirov bikarin derbas bibin û tişt û kal bigehin cih vekirî bimine.

XS
SM
MD
LG