Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Sûrî Roja Înê Diçe Rûsya


Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm wê roja Înê ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov hevdîtinekê li Moskow bike.

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsî, Gennady Gatilov ji ajansa Interfaks re serdana Mualîm ragihand û got ku li ber e ew di 28’ê Cotmehê de were Moskowê.

Serdan di demekê de tê ku welatên Rojava Moskowê bi pêkanîna tawanên ceng li Helebê sûcdar dikin ku bo piştgirîya rejîma Sûrî êrîşên esmanî li dar dixe.

Navberdana mirovahî ya şer ku rê dide derketina sîvîlan û serhildayan ji rojhilata helebê, di dawîya heftê de qedîyabû û îro Moskowê dirêjkirina wê navberê red kiribû.

Lavrov hefteya borî çekdarên Enîya Fateh el-Şam û gruba Ahrar el-Şam tawanbar kiribû ku derketina sîvîlan û çekdaran ji Helebê asteng dikin.

XS
SM
MD
LG