Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Êrîşên Sûrî û Rûsî bi Zanabûn Nexweşxaneyan Dikin Armanc


In this photo made from the footage with information taken from Russian Defense Ministry official website on Feb. 11, 2016, an aerial image shows an air strike on a militant base in the province of Latakia, Syria.

Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) îro Pêncşemê Rûsya û Sûrîye sûcdar kir ku êrîşên wan yên esmanî nexweşxane û navendên saxlemîyê bi mebest dikin armanc.

Amnesty dibêje, armanca hedefgirtina nexweşxaneyan ev e ku rê li ber pêşdeçûna hêzên erdî yên rejîma Sûrî li bakurê Helebê bêne vekirin.

Dîrektora Bersîvdana Krîzan ya Lêxweşbûna Navnetewî, Tirana Hassan got ku hêzên Sûrî û Rûsî di nav sê mehên borî de, li dijî qanûnên navnetewî navendên tendirustîyê dikin armanc.

Hassan dîyar kir ku di destê wan de delîlên xurt hene ku di êrîşên ser 6 navendên saxlemîyê de 3 sîvîl hatine kuştin, 44 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG