Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî li Erebistana Saudî Dicive, Hewlên Agirbestê jî Xurt Dibin


Opozisyona Sûrî îro li paytaxta Erebistana Saudî, Riyad kom dibe, di heman demê de ku Washington û Moskow hewil didin agirbestekê li Sûrîyê cîh bînin.

Monzer Makhous, Berdevkê Komîteya Bilind ya Danûstandinan ya Bilind ji ajansa AFP re got ku civîna wan berdewam dike. Wî got ku reng e civîn heta yek yan du roj bidome û pêşketinên dawî gotûbêj bike, lê ti hurgilîyên din neda.

Hêzên cîhanê ku hewil didin çareserîyekê ji şerê navxweyî yê Sûrî re bibînin, vê gavê jî bi hêvî ne ku agirbestek li wî welatî zindî bibe, lê cudabîrîyên ser şert û merxên wê agirbestê hîn jî li benda çareserîyê ne.

Li gor plana agirbestê ya pêşnîyarkirî, divê rê li ber gîhandina alîkarîya mirovahî bê vekirin ku pêdivîyên bingehîn bigihejin kesên hewcedar.

XS
SM
MD
LG