Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye ji Neteweyên Yekbûyî Dixwaze ku Kiryarên Tirkîyê Şermezar Bike


Wezareta Derve ya Sûrîyê îro Pêncşemê ji Neteweyên Yekbûyî û Civata Ewlekarîyê re peyam şand ku tê de êrîşên dewleta Tirk yên ser axa wê şermezar kir.

Wezereta Derve ragihand ku hêzên leşkerî yên dewleta Tirkîyê, jibo ku ber bi bakurê Heleb'ê herin, li rojavayê Bab'ê çend gund xistine bin kontrola xwe.

''Ev êrîşên Tirkîyê, dewama stratejîya rejîma wê dewletê ye ku pênc salan çek didan terorîstên êrîşî axa me dikirin.'' wezaretê got.

Wezaretê ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku berpirsîya xwe ya pêkanîna aştî û aramîya navnetewî bi cîh bîne.

XS
SM
MD
LG