Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 93 Hezar Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Neteweyên Yekbûyî dibêje, heta niha nêzîkî 93.000 kes di şerê li Sûrîyê de hatine kuştin. NY hişyarrî dide ku îhtîmal e hejmara rastîn ya qurbanî gelek pirtir bin.

Ofîsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî dibêje, hejmara herî dawî li gor agahîyên heta dawîya meha Nîsanê ye.

Neteweyên Yekbûyî herwiha dîyar dike ku ji Tîrmeha borî vir ve, pirtir ji 5.000 kes her meh hatine kuştin.

Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Navî Pillay got, hejmarên heyî nîşan dide ku kêşeya mirovahîyê li Sûrîyê çiqas xirabtir bûye.
XS
SM
MD
LG