Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kerry li Urdunê Serdana Penaberên Sûrî Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li Urdunê serdana kampeke penaberên Sûrî kir.

Kerry bi qasî 40 deqîqe bi awareyên Sûrî re hevdîtinan kir û guhdarîya gilî û zehmetîyên wan kir. Penaberên Sûrî dîyar kir ku wan ji helwesta civata navnetewî nerazî ne.

Hêjayî gotinê ye, li Kampa Zaatari camp pirtir jî 115.000 penaber dijîn.

Kerry li wê derê got, ew li ser çend bijarên çareserîyê dixebitin û çend welatên “Hevalên
Sûrîyê” alîkarîya çekan didin serhildayan.

Wî bi berdewamî got, Amerîka hewilên xwe didomîne ku çareserîyeke aştîyane ji krîza Sûrî re bibîne.

Wî jibo heman armancê, do Çarşemê li Ammanê bi rêvebirên Yekîtîya Ereb re jî kom bibû ku gelê Sûrîyê di paşerojeke bê tundî û di bin hikûmeteke dilê xwe bijîn.
XS
SM
MD
LG