Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Danûstandinên Aştîyê di 11ê Nîsanê de Jinûve Destpê Bikin


Neteweyên Yekbûyî îro Sêşemê got ku danûstandinên aştî yên Sûrî, reng e di 11ê Nîsanê de li Cenevrê destpê bikin, lê danûstandêrên rejîmê wê çend roj pişt re beşdarê danûstandinan bin.

Nûnerê taybet Staffan de Mistura berê gotibû ku ew dixwaze di 9ê Nîsanê de danûstandinan jinûve destpê bike, lê dîyar kiribû ku li gor şert û mercan dikare 2-3 dereng jî destpê bikin.

Berdevkê NY Ahmad Fawzi ji rojnamevanan re got ku de Mistura çavêrê ye "danûstandin di 11ê mehê de bi Komîteya Bilind ya Danûstandinan ya opozîsyona Sûrî re destpê bikin.”

XS
SM
MD
LG