Lînkên eksesibilîtî

Neteweyên Yekbûyî: 12 Mîlyon Sûrî Malên Xwe Terk Kirine


Penaberên Sûrî yên kampeke Urdunê

20’ê Hêzîranê Roja Penaberan ya Cîhanê ye. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) îro ro, li seranserê cîhanê ji 65 mîlyon zêdetir kes jiber tundûtûjî yan şer malên xwe terk kirine ku par ew hejmar 300 hezar hindiktir bû.

NY dide zanîn ku li dinê ji her 113 kes yek, penaber e yan jî warê xwe terk kiriye.

Hejmara kesên ku par malên xwe terk kirine 10 mîlyon û 300 hezar e ku ew jî nîşan dide ku ji her 3 sanîye carê yek neçar dimîne ku malê xwe terk bike.

Daneyên NY nîşan didin ku li Sûrîyê 12 mîlyon kes malên xwe terk kirine ku ew di rêza yekê de ye. Sûrîyên ku malên xwe terk kirine yan di hindurê welatê xwe de çûne cîyekî din jî yan jî derbazî Tirkîye, Urdun, Lubnan, Îraq û Misirê bûne.

NY dîyar dike ku 84 ji sedê penaberan li welatên ku bi pêşve diçin dimînin û nîvê wan zarok in.

XS
SM
MD
LG