Roja Sêşemê, du dadwerên lêkolînê yên Fransî biryara dadgehkirina sê karbidestên payebilind yên rejîma Sûrî da, li pêş dadgeha tawanan bê ku amade bibin ew bi sûcên hevkarî kirine di kuştina du welatiyên Sûrî-Fransî, Mazin Debbax û kurê wî Patrick de, ku di sala 2013an de hatibûn girtin tawanbar hatin dîtin.
AFP pêzanîn ji çavkaniyek ku bi dosyayê re elaqedare wergirtîne.
Di îdianameyê de, ku ji hêla AFP ve hat dîtin, her du dadgeran ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û sûcê şer yên li dijî her sê kesan: Elî Memlûk, Cemîl Hesen û Ebdul Selam Mehmûd, daxwaza darizandinê kirin.
Ew sê kes jî; Lîwa Elî Memlûk rêveberê berê yê Îstixbarata Giştî ya Sûriyê ye û di sala 2012an de bû serokê Ofîsa Ewlekariya Niştimanî ya Sûriyê, ku bilindtirîn dezgeha îstixbaratîye li Sûriyê.
Serleşker Cemîl Hesen, Serokê Dezgeha Îstixbarata Hêza Esmanî ya Sûriyê ye, û dema Debbax û kurê wî wenda bûn, di vê postê de bû, lê Lîwa Ebdulselam Mehmûd berpirs bû ji lêkolînan di beşa îstixbarata hêzên esmanî de, li Zindana Leşkerî ya Mezzeh li Şamê.
Der barê wan de biryara girtinê ya navneteweyî heye û dê bi awayekî negirtî û ne amade bihên darizandin.
Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan, û Navenda Ragihandinê ya Sûriyeyê û Komkara Mafên Mirovan, aliyên mafên sivîl yên vê dosyayê, di daxuyaniyekê de diyar kirin ku "Ev biryar cara yekem li Fransayê rê li ber dadgehkirina rayedarên payebilind yên Sûrî vedike, ku ew mekîneya zordarî û serkot kirinê ye".
Dozgeriyê di sala 2015'an de lêpirsîna destpêkê vekiribû, piştre jî bi îşareta bira û mamê windayan Obeyida Debbax, têkildarî windakirinên bi zorê û kiryarên îşkenceyê yên ku di meha Cotmehê de sûcên li dijî mirovahiyê ne, lêpirsîna edlî hat vekirin.
Patrick Debbax xwendekarek li Fakulteya Huner û Zanistên Mirovî li Şamê bû, di sala 1993 de ji dayik bû, û bavê wî şêwirmendê perwerdehiyê yê sereke bû li dibistana Frensî li Şamê, di sala 1956 de ji dayik bû. Ew li Mijdara sala 2013an de hatbûn girti, ku hat îdîa kirin ew ji aliyê kesên girêdayî saziya Îstixbarata Hêza Esmanî hatbûn girtin.
Li gor gotina zavayê Mazin Debax, ku hevdem ligel wî hatibû girtin, lê piştî du rojan hat berdan, ew her du kes bo zîndana Mezzê hatin veguhestin, ku li gorî raportan, îşkence li hundirê vê girtîgehê tê kirin. Paşê ti nîşanek ku ew hîn sax bûn tine bû heta ku rejîmê mirina wan di Tebaxa 2018an de ragihand.
Li gorî du belgeyên mirinê, Patrick di 21ê çileya paşîna (January) 2014ê de mir û Mazin jî di 25ê Mijdara 2017ê de mir.
Jêder:AFP/Al Hurra