Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwecihên Helebê Serdana Malên Xwe Dikin


Sûriya - Heleb
Sûriya - Heleb

Sedan welatiyên bajarê Helebê serdana malên xwe dikin, yên ku ev zêdetirî 5 salane tiştekî jê nizanin, ev serdana xwecihên Helebê di wî çaxî de hat, dema êvariya roja Pênçemê çekdar û sivîlên herî dawiyê ji bajar derketîn û artêşa Sûrî kontrolkirina bajêr ragihandî.

Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov ku bingeha wê ya sereke li Londonê ye dibêje, herçende li piraniya taxên bajêrê Helebê ji gropên çekdarên opozisyonê hatine paqijkirin, lê dîsan hind herêmên bajêr ji derve tên topbarankirin, hejamerk ji sivîlan hatine kuştin û birîndarkirin.

Çavdêrî radigehîne ku li herêma rojavayê Helebê li Taxa Hemdaniyê 6 sivîl di êrîşên rokêtan de hatine kuştin ji wan 2 zarok hene.

Herweha derbarê rewşa Helebê, serokê Rûsya Vladimir Putin di press Konferansa salane de got valakirina vê dawiyê ya Helebê "Mezintirîn operasiyona mirvatî ya navnetewî bo di cîhana modern de"،

Putin da zanîn valakirina Helebê pêk nedihat, eger hevkarî di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de nebaye, herweha niyetpakiya serokê Sûriyê Beşar Esad.

Putin ragihand û got, di pêngavên bihên de divê agirbestek sertaserî li Sûriyê bihê ragihandin, tê çaverêkirin li bajarê Astana Kazaxistanê di meha yek ya sala nû de konferansek aştiyê jibo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê bihê encamdan.

XS
SM
MD
LG