Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Hemû Rêyên Helebê li Hêzên Opozisyonê Dibire


Ajansan roja çarşemê li gur ajansa nûçeyan ya Sûrî (SANA) radigehînin ku, leşkerê Sûrî hemû riyên alîkariyê yên jibo hêzên Opozisyona Sûrî diçin Helebê, hatine qutkirin, niha hemû rê li jêr kontrola leşkerê dewleta Sûrî de ne.

Derbarê van guherînên leşkerî de, serokatiya leşkerê Sûrî daxuyaniyek weşandiye, di daxuyaniya leşkerê Sûrî de hatiye "Jibo parastina giyanê sivîlan, daxwaz ji hemû çekdar û kesên opozisyonê dikin ku, çekê xwe bicî bihêlin û Helebê terk bikin, yan jî xwe radest bikin".

Heleb bajarê herî bi nakuke di şerê Sûrî yê çend salan de, bajar di navbera hêzên şerker li Sûriyê hatiye parvekirin, di navbera gropên opozisyonê û yên hikûmeta Sûrî de.

Çavêdriya Sûrî dide xuyakirin ku, riya tekane ya li rojhilatê bajêr opozisyon dikarî bû bikar bîne, riya Kastêlo bû, ew rê jî, roja 11î Tîrmehê ketiye di jêr kontrola hêzên rejîmê û tobarana wê de.

Ramî Abdurahman berpirsê rêxistina çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov îro roja çarşemê da zanîn ku tiştek nikare daxilî Helebê bibe, hemû rê bi temamî li jêr kontrola leşkerê Sûrî de ne.

XS
SM
MD
LG