Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriya: Di Êrîşa Opozisyonê de li Bakûrê Helebê 9 Sîvîl Tên Kuştin


Di êrîşa hêzên opozisyona Sûrî de roja sêşemê li bakûrê bajarê Helebê yê dabeşkirî bi kêmanî 9 kes hatin kuştin, êrîş li dij herêmeke li jêr kontrola hikûmeta Sûrî de pêkhatiye.

Ajansa AP(Associated Press) li gur ajansa nûçeyên Surî (SANA) radigehîne ku, roja sêşemê hind gropên serhildayî yên li dij dewleta Sûrî, ji sê aliyan de herêma bakûrê Helebê bombaran kirine di encam de 9 kesên sîvîl hatine kuştin, di nava kuştiyan de sê jin û sê zaro hene.

Şer û pevçûn li seranserî bajarê Helebê tên berdewamkirin, bi taybet piştî hêzên dewleta Surî hemû riyên sereke yên diçin nava bajarê Helebê xistîn jêr kontrola xwe, gropên opzisyon ji hemû eniyan de êrîşên dijber li hember hêzên dewletê encam didin.

Di heman demê de, berpirsekî artêşa Sûrî yê ku, nexwestî navê wî bihê zanîn gotiye, hemû êrîşên opozisyonê yên li hember bakûrê Helebê pêktên hatine têkşkandin.

Peyvdarê hêzên opozisyona Surî Abdul-Salam Abdul-Razzaq daye zanîn ku, hêzên wan êrîş artêşa Sûrî dikin, şerên dijwar li nêzîk Ramouse li ser riya steratîjî ya Helebê û bingehê tophavêj yê artêşa Sûrî li başûrê Helebê di qewimin.

XS
SM
MD
LG