Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danasîna Hevalbendîyên li Sûriyê


Fermandar û serhildarê Surî Abu Ali Sijjo bi mehan e li dijî Dewleta Îslamî şer dike û gundekî li ser sînor ji gruba terorê azad kiriye di heman demê da jî dijî rejîma Beşar Asad li Sûriyê şer dike.

Du meh berê DAIŞê bi bombeka maşînê ew fermandarê serhildar hedef girt – milê wî parçe kir û destê wî yê rastê siqet kir. Belê jiber rûbirûbuna bi piranî milîsên serhildarên Îslamî yên nasyonalîst –hindek ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve tên destek kirin-digel êrişên Eshetî yên bejayî û dijwar, presa 24 seetî ya êrişên hevayî yên Rusan û êrişên Kurdan li bakurê Suriyê, ew fermandarê serhildar jî dipirse ka di paşeroja wî da hevalbendîya wî dê bi kî ra be.

Piraniya şerkerên serhildar û fermandarên wan di navbera xwe da nîqas dikin da ku çi bikin çawa ser nû xwe rêxistin bikin digel kî hevalbendîyê bikin jibo parastina herêma gundên Helepê ku her diçe teng dibe. Hindek şervanan meydana şerî berdane – ne jiber bê cesaretîyê belê di kerbên xemsarîya welatên Rojawa-hindek dibêjên îxanet- anjî ji nefreta fermandarên xwe yên ku hêj ji li ser tiştên puç nîqaşan dikin.

Hindek fikra tevlebuna beşeka al Qaide Jabbat al Nusra dikin anjî Devleta Îslamî- ne jiber sedemên olî belê daku bikarin şerê xwe dijî Eshedi bidomînin. Di hengama şoreşa hebûn û tunebûnê da fermandarekî serhildaran gote Dengê Emerîka rewşa bakurê Helepê seet bo seet diguhure. Jêrîn nêrinek li ser “kî, ci, kuderê û çima” ya rewşa vêgavê di cih da li bakurê Surîyê heye û ew dibe ku jibo polîtîkaya Dewletên Yekbûyî û qedera şoreşa Surîyê bibe nişanek.

Gelo yekîtîya serhildarên Surî heye?

Şoreşa Suriyê bi lewaziya grubên xwe yên çekdar û birên/fraksîyonên polîtîk ve bi nav û deng e. Herçend li ber wan astengîyên giran ji hebin, cudahiyên kûr û nakokî xwe diparêzin. Serleşkerê berê General Salem Îdrîs yê Artêşa Suriya Azad ku ji alîyê hêzên rojawayî ve têt destek kirin neçaretîya xwe derbarî nîqaşên pûç di hevdîtina lezûbez da di navbera fermandarên milîsa li gundên bakurê Helepê jibo Dengê Emerikayê anî ziman. Wî bi kerb got “Dibe ku ew hertiştên xwe winda bikin belê dîsa ji ew li dû berjewendîyên xwe yên şexsî ne.” Di wan pênc salên dawî da gelek hevildan çêbûn daku hindek yekitîya armancê pêkvere û hevalbendî bi sureta bazivirkê hat u çû. Gava bajar û gund heftîya çûyî kevtin – hindek di destên rejîma Eshedî yên din jî di destên Hêzên Surîya Demokratîk yaku Kurd têda xurt –pirsgrêkên derbarî biryara xwe vekêşandine, teslîmbune anjî xwe paşdane her diçû xerabtir dibu. Di nav heftiyê da li bajarê Mare hindek fraksîyonan xwest ku teslîm bibin; yên din jî teslîmbûn red kirin.

Roja duşemiyê heşt grubên nav û deng yên serhildarên Helepê jibo armanca operasyonel biryara yekîtiyê da di bin serokatiya taktîkî ya Hasim al Şêx, endam û hevalbendê berê yê Ahrar al-Sam ku leşkerê Îslamîst yê dijwar û hevalbendê beşek ji al-Qaide Jabbat al-Nusrayê ye. Herçend ew tevlebunek tevahî li gel Ahrar el-Sam nebe jî, ew dê gruba Îslamîst hêzdar bike û analist ditirsin ku paşi dê pozîsyona wan xurtir bike daku milîsên din bikeşe nav xwe.

Heke pirtir serhildar tevli Ahrar el-Sam anjî Jabhat el Nusra bibin, Ma ew vê Îspat naket ku hemu serhildar di dilê xwe da extremist in?

Serokê Surî Eshet hergav dibêje ku dijberên wî, digel neyarên wî yên ku çek jî lê nîn e, hemu terrorist in. Û ew jî bûye benîştê devê Moskowayê. Yê ji heftîyekî berê ye ku êrişên Eshedî destpêkiri heta niha ew gotine ji alîyê serokên Partîya Yekîneyên Demokratîk (PYD) ya Kurd ve têt dubare kirin. Serokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîneka digel Dengê Emerîkayê da şermizarkirina êrişên Rusî yên hevayî û êrişên Eshedî red kirin, û îdîa kir ku hêzên Rusî û yên rejîmê tenê êrişê terorîstên wekî Ahrar al Sham û Jabhat al Nusra dikin.

Fermandarên Yekineyên Parastina Gel (YPG) mile leşkerî yê PYDê îddîa dike ku bajarên ku di vê heftiyê da kevtiye bin destên wan ji şervanên Ahrar el-Şam anjî el- Qaidê hatine standin. Belê bajarên wekî Tel Rifat çi caran di destên Ahrar el- Şam anjî di destên Jabhat el Nusra da nebûne, û şervanên baskê el Qaîda Surî ji mêjve gund û warên bakurê Helepê vala kiribûn, herçiqas li hindek herêman ew zivirîbin jî bi taybetî li bajarê Helepê daku bo şer beşdarî grubên serhildarên din bibin.

Gelek çawdarên Surî dibêjin ku ji ser û nû ve rêxistinbûna serhildaran yaku Cîhadîstên Selefî û grubên dijwar yên Îslamist xurt bike pêşdîtinek texmînî ye.

Ew dibêjên Moskowa li dû stratejîya xwe ya ku wan li Çeçenyayê bikaranî ye: êrişan li nermrêyan bike û wan bipilçiqîne ku di dawîyê da ew jî tenê tundrêya dihêle, û rêya rejîmê vedike daku, bêyî ku alternatîfa nermrêyan, gel û welatên bîyanî neçarî hilbijartina navbera rijîmê û tundrêyan da bike.

Dîplomatek payebilind yê Yekîtîya Ewropa dibêje ew e rasterast girêdayî tradîsyona Kremlîn e: nermrêyan ji meydanê rake, paşî bêje piştewanîya me anjî ya tundrêyan bikin.

Bassam el Kuweytî, ku li derdorên opzisyona civaka sivîl baş têt nasîn dibêje, digel alozîya derdorên bajarê Helepê û habûna milîsan li gund û warên bakurê bajar da, jibo gelek şervanên serhildar ji bilî beşdarbûna anjî hevalbendîya grubên mezintir û bihêztir wekî Ahrar el Şam anjî el Nusra çi rêyên din namîne. Ew dibêje ew şervanên serhildar kî ji wan ra draw û çekan bide ew dê dû wan ra biçin. “Ew dê dîsa jibo sedemên parastina xwe vê bikin.” Bassam el Kuweytî serda dibêje.

Di wêderê da Kurd li kuderê ne?

YPG di Hêzên Demokratîk yên Surîyê da serdest e. Hindek milîsên Ereb û Tirkmen jî endamên SDFê ne belê xwedî dîrokek geş nîn in, di berê da alîgirîyeka derfetî digel milîsên serhildar ku niha ew şerê wan dikin çêkiribûn. Hetta hindekan di berê da digel cîhadîstan kar kiribûn. Hindek şervan wekî Bizava Hazzm û Enîya Şoreşwanên Surî, ku di êrişek par da ji alîyê milîsên Îslamîst û el-Nusra ve hatibûn roxandin, ji milîsên ku ji alîyê welatên Rojawa ve tên destek kirin in.

Herwekî di meha October da eşkere bûyî SDF, ji alîyê Devletên Yekbûyî ve wekî hêzek proksî hat himbêz kirin daku di bakurê Suriyê da li dijî devleta Îslamî havparî digel bike û ji alîyê Waşîngton û rêveberîya Obama ve alternatîfeka hêza bejayî ku di binive bihê perverdekirin û çekdarkirin.

Heta êrişa Eshedî, di bin serdestîya Kurdan da SDFê di rojhilatê Firatê da şerê DAIŞê dikir û ji Dewletên Yekbûyî jibo vê çek verdigirtin. Belê di meha yanzdehê da wan avbenda Tişrînê ji gruba terrorist û şervanên wê stand û –hember kerbên Enqere- derbasî rojawayî rubarî bûn.

Nîşan hebûn ku şervanên SDFê dê ser gund û warên Helepê ve biçin. Serokên PYDê daxwazîya xwe ya yekbûna kantonên Kurd li ser sînor neveşart. Gava êrişên Eshedî destpêkirî şervanên SDFê – bi piranî Kurd- li gund û warên Helepê êriş li ser FSA û serhildarên din kirin ne ji alîyê Rojhilat ve belê di Efrîna bin kontrola wan da ber bi Rojawa ve çûn û di destpêkê da çend gundek girtin. Belê wan êrişên Eshedî û êrişen Rusî yên esmanî, ku ew hedef negirtîbûn, bikaranîn û bi lezgînî pêşve çûn daku pirtir bajar û herêman bigirin, digel firîngehaka mezin yaku ji Tebaxa 2013ê ye di destên serhildaran da bû. Wê heftîyê wan bajarê stratejîk Tel Rifat, ku 15 kîlometran ji sînorê Tikan dûr e, girt.

Fermandarên YPGê – û maşîna propagandê ya sosyal medyaya PYDê- înkar kir ku bizava Kurda bi hevkarîya rejîma Eshed anjî Rusan ve pêkhatîye. Belê ew qebul dikin ku wan malbatên Ereb li Efrînê cibicih kirine û bi girtina bajaran diyardikin ku li rejîmê hatine standin.

Belê fermandarên serhildarên Surî îddîa dikin bi awayek vekirî hevkarîyek heye û ew çi caran li ser wê baverî şikandinê Kurdan efû nakin

Di wê pirsgrêke da Kurdên ji alîyê Devletên yekbûyî ve tên destek kirin mirov heyretgirtî dike- dîyar e ku niha Rusye jî piştevanîya wan dike- jiberku niha ew şerê milîsên serhildar yên ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve tên destek kirin dike û buye sedema şaşbûna hindek analîstan û tawanbarîyek bideng ji alîyê serhildaran ku Waşîngton û Rusye hevkarîya yek û dû dikin. Rêveberîya Obama Kurd hişyar kirin daku xwe control bikin belê serhildar dibêjin heke Waşîngton bi rastî xwestiba ku YPGê ravestîne ew dikarîn ku pirtir bandora xwe li ser wan bikin.

Ew rewşe Devletên Yekbûyî li kuderê dihêle?

Analîst dibêjin guhertina hevalbendîyê li Surîyê dê bandorê li ser stratejîya Devletên Yekbûyî bike. Rêveberîya Obama têkbirina Devleta Îslamî kiriye armanca xwe ya yekem li Surîyê û dibêjin tenê çareserîyek polîtîk ne leşkerî dikare dawîya şerê pênç salî didome û bûye sedema mirina pirtir 250,000 kesan bîne. Belê hindek analîsts hişyar dikin ku armanca Devletên Yekbûyî jibo têkbirina DAIŞê dê bi bûyerên heftîya çûyî lewaz bibe. Di gotarek jibo Enstîtûya Lêkolîna Şer da, sazîyek e ku bingehê wê li Waşîngtonê ye, analîst Jenniffer Cafarella hişyar dike ku Devletên Yekbûyî daxwazîya hevkarîya grubên opozîsyon yên çekdar dike daku DAIŞê û baskê el Qaîda Jabhat el Nusrayê di demek dirêj da têkbide.

Ew dibêje ku, bêyî hevkarîya Sunîyên herêmê ku desteka gel jibo wan heye. Devletên Yekbûyî rûbirûyê malîyetek bilind e jibo têkbirina DAIŞê û el Qaîdê li Surîyê û rîska neserefrazbûnê jî heye.

Fermandarên serhildaran dibêjin Devletên Yekbûyî hejmarek nizm mîlîsên bi baver peyda bikin di paşerojê da. ”Bi rewşa xwe ya pesîv Emerîka şervanan teşvîqê tevlêbûna DAIŞê û Jabhat el Nusra dike.” dibêje Abu Ali Sijjo. Ew hişyar dike Devletên Yekbûyî wan teşvîqê tundrêtîyê dike.

Tirkiye çi dike?

Demek dûr û dirêj e serokên Tirkan dibêjin polîtîkaya Welatên Rojawa xelet e û DAIŞ nahêt têkbirin heta ku Esad têkneçe. Ew dibêjin her dû bi yek ve girêdayî ne û di şerê kaosa sîvîl da tundrê dê serbikevin. Wan par lobî kirin daku koalîsyona di bin serokatîya Devletên Yekbûyî da li bakurê Surîyê herêmek evlekar jibo serhildaran û sîvîlan têkez bikin. Payîza çûyî wisa dîyar bû ku Waşîngton wê pêşnîyarê qebul dike jibo bikaranina bingehekê hevayî ya NATOyê li Tirkiyê jibo êrişên balafirên şerî yên koalîsyonê li dijî DAIŞê. Belê paşî giftûgoyên dirêj Waşînton biryar da ku herêmek wisa ava neke.

Tirkan û alîgirên Tengavê wekî Erebistana Suudî jibo hêzek bejayî ku di Surîyê da midaxele bike lobî kirin belê di rojên dawî da wan dan zanîn ku hêzek wisa pêwîste ku ji alîyê koalîsyonê ve bihê qebulkirin belê çi îşaret nîn e ku Rojawayî wê midaxelê qebul bikin. Niha Tirk daxwaza herêmek biçuktir dikin li derdorê bajarê li ser sînor Azazê jibo parastina bi hezaran sîvîlên koçber buyî û daku jibo qebulkirina wan ew mecbur nemînin dergehên sînorê xwe vekin.

Tirkan hişyarî dank u ew pêşveçuna Kurdan li gund û warên Helepê tolere nakin û êrişa li ser şîngehên YPGê didomînin. Belê êrişan pêşçûyîna YPGê neravestandîye. Û li gor serhildaran ew çi alikarî jibo wan jî nake jiberku êrişên Rusî yên hevayî naravestine.

Raport: Jamie Dettmer

Werger: Çeto Ozel

XS
SM
MD
LG