Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Bîyanî Ser Sînor Rastî Topbaranê Hatin


Rojnamevan li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê, Efserekî Rûsî Rojnamevanekî birîndar îlac dike

Ajansa Reuters îro ragihand ku dema grubek rojnamevanên bîyanî ku ji 33 kesan pêk dihat, ser sînor bûn, ji aliyê Tirkîyê de rastî zincîreke topbaranê hatin.

Reuters didin zanîn ku zîyanên biçûk gihane grubê, lê kesekî jîyana xwe jidest nedaye, ew bilez reviyane û xwe veşartine.

Reuters ji zarê ajansa fermî ya dewleta Sûrî dide zanîn ku topbaran ji alîyê sînorê Tirkîyê de pêk hatiye, dema rojnamevanan dixwestin herin gundê Kinsibba yê sînor.

Ajans dide zanîn ku herêma ku rojnamevan armanc hatin girtin, vê dawîyê hêzên leşkerê Sûrî ji çekdarên opozîsyona Sûrî rizgar kiribû.

Geşta rojnamevanan ji alîyê wezareta berevanîya Rûsî û wezareta derve hatibû organîze kirin.

Bi alîyekî din ve, ajansa Associated Press(AP) ragihand ku topbaran ji alîyê çekdarên cebhet el-Nusra li dijî gundê Kinsibba pêk hatiye, yê ku rojnamevanên bîyanî dixwestin herin herêmê ku rewşa agirbesta li Sûrîyê bişopînin.

XS
SM
MD
LG