Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Artêşa Sûrî Gundekî Helebê ji Îslamiyan Rizgar Dike


Gundê El-Îs dema doh dûşemê 7î adarê ji aliyê el-Nusre de hatî kontrol kirin.

Ajansa Reuters li gur Çavdêriya Sûrî ya mafên mirov (SOHR) radigehîne ku, hêzên leşkerê Sûrî, li başûrê Helebê gundek ku, ji doh de li jêr kontrola Îslamiyên radîkal bû, rizgar kir.

Roja Sêşemê 8î Adarê, yekîneyên leşkerê Sûrî li başûrê bajarê Helebê gundê El-Îs rizgar kir, ev gund piştî bi seatan ketbû jêr kontrola El-Nusre û Cund-Eqsa-El Îslamiye û grupên din, îro hat rizgar kirin.

Girtina gundê El-Îs, li başûrê Helebê, ji aliyê El-Nusre û grupên din yên hevkar de, weke yekem pêşdeçûna van grupan di sala 2016 de dihat dîtin, lê kêmtir ji rojekê ev gund cardin, ji aliyê hêzên leşkerê Sûrî de hat rizgar kirin.

Agirbesta li Sûriyê ya ku, ji aliyê hêzên navnetewî de bi taybet ji aliyê Amerîka û Rûsiya de 27î sibatê hatbû pilan kirin, biryar hatbû girtin ku, Daiş, El-Nusre û grupên din yên Îslamiyên radîkal nakevin nava agirbestê, dê şer li dij wan bihê berdewam kirin.

XS
SM
MD
LG