Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mêrekî Afganî Keçeke Penaber ya Sûrî ji Tirkiyê Revand


germay refugees

Mêrekî Afganî ji aliyê polîsê Afganistanê ve hate girtin, jiber revandina keçeke penaber ya Sûrî ji Tirkiyê.

Li gorî polîsê Afganistanê, Nizamuddîn Hesen, welatiyê Afganî ku wekî penaber li Tirkiyê dima, keçeke Sûrî ya 16 salî ji Tirkiyê revandibû û biribû Afganistanê.

Dengê Amerîka navên qurbaniyên ji vî rengî yên temen biçûk belav nake.

Berî sê mehan, ev mêr û keça Sûrî li devereke parêzgeha Herat bicih bûn. Polîs Hesen vê hefteyê girt, piştî ku rûniştvanên deverê çîroka wî ji polîs re gotin.

Berdevkê fermandarê Herat Jailani Ferhad ji Dengê Amerîka re got ku vekolîneke destpêkî diyar kir ku keça Sûrî ji aliyê Hesen ve rastî ziyana seksî hatiye.

“Ev keç ji aliyê Hesen ve hatibû xapandin û ew bi qaçaxî ji Tirkiyê anîbû Afganistan,” berdevkê polîs got. “Keça sîpe ya Sûrî nuha li jêr parastina hêzên ewlekariyê de ye û mafê wê parastî ye. Wê herwiha peywendî ligel malbata xwe kiriye.”

Desthilatdarên Afganistanê dibêjin ewê bi rêkên diplomatîk peywendiyê ligel hikûmeta Sûriyê derbarê çarenivîsa vê keçê bikin.

XS
SM
MD
LG