Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heleb Piştî Şerên Dijwar Aramtir Dibe


In this image made from video and posted online from Validated UGC, men look at damaged buildings after airstrikes hit Aleppo, Syria, April 28, 2016.

Çalakvanên opozisyona Sûrî didin zanîn ku bakûrê bajarê Helebê niha aramtir bûye piştî di rojên derbasbûyî de, şerên dijwar qewimî bûn û bi dehan kes hatbûn kuştin.

Bajarê Helebê ji sala 2012an heta niha di nava şer û pevçûnan de ye, rejîma Asad û hêzên opozisyona Sûrî, herweha grupên şerker yên îslamiyên radîkal di hevrikiyek dijwar de ne.

Çavdêriya mafên mirov li Sûriyê ku, bingeha wê li Brîtaniya ye û gelek çalkvanên wê di nav axa Sûriyê de hene dibêje, piştî şerên dijwar di rojên derbasbûyî de ji serê sibeya roja Înê heta niha rewşek aram heye.

Çavdêrî dide zanîn ku di şerên van rojan de, di dema pevçûn û êrîşên esmanî de, 123 kes li hermên jêr kontrola serhildêran de hatine kuştin û 71 kes jî li herêmên di jêr kontrola hikûmeta Sûrî de.

Hewildan hene ku plana "rewşa aramiyê" li Helebê bihê ragihandin û daxwaz tê kirin ku hemî alî pêgiriyê bikin.

XS
SM
MD
LG