Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Li Sûriyê di Heşt Rojan de 100 Hezar kes Bêwar Dimînin


Ajana Netewên Yekgirtî ya taybet bi mafên penaberan û mafên mirov roja çarşemê ji Beyrut da zanîn ku ji sedema şerên li herêma Hema ya navenda Sûriyê di navbera hêzên hikûmeta Sûrî û gropên opozisyonê di şerên vê dawiyê de zêdetirî 100,000 kes bê cih û war mane.

Netewên Yekgirtî dibêje di 8 rojan de ji dawiya meha Tebaxê heta destpêka Îlonê şerên dijwar di navbera hêzên dewleta Sûrî û gropên opoziyonê de qewimîne, ev şer bûne sedema koçber bûna hejmarek zêde ya welatiyan.

Di Rojên borî de li herêma Hema ku weke navenda bihêz ya gropên çekdar li dij rejîma Esad tê naskirin şerên dijwar rûdan, gropên Îslamî yên radîkal weke Cond El-Eqsa û hind gropên bi navê leşkerê azad yên ku ji aliyê Amerîka û welatên rojava de tê destkekirin êrîşek mezin anî bûn ser herêma Hema, bingehekê leşkerî û cada serekî yaku diçe paytext Dîmeşqê kontrol kir bûn û hêzên hikûmetê paşda kişa bûn.

Ji sedema şer û pevçûnan û bombarana hêzên erd û esmanî hejmarek zêde ya xelkê herêmê reviyan û li cihên bi ewle digerin.

XS
SM
MD
LG