Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatoya Amerîkî Dengdana Kêşeya Deynê Paş Êxist


Serork Obama bi Serokê Piranîya Senatoyê Harry Reid û Serokê Civata Nûneran John Boehner re li Qesra Sipî xuya dibe
Serork Obama bi Serokê Piranîya Senatoyê Harry Reid û Serokê Civata Nûneran John Boehner re li Qesra Sipî xuya dibe

Senatoya Amerîkî dengdana pêşnîyara lîmîta deynê heta nîvroya Yekşemê paş êxist da ku pirtir waxt bide qanûndaneran ku bigehijine rêkeftinekê. Li ber bû Senato dengdanê Yekmê sibê bikira.

Serokê Piranîya li Senatoyê Harry Reid derengîya Şemîyê got, danûstandinên çareserkirina kêşeya hetê li Qesra Sipî berdewam dikin.

Reid wan gotinên xwe li Senatoyê dîyar kir piştî ku du Komarî yên navdar, Serokê Kêmanîyê li Senato Mitch McConnell û Serokê Civata Nûneran geşbînîyên xwe li ser rêkeftineke kêşeya deynê eşkere kirin.

Birêz Boehner di civêneke ragihandinê de bang li Serok Obama kir ku bi Komarîyên Kongresê re peymanek girêde.

Her roja Şemîyê, Serokê Piranîya li Senatoyê Harry Reid û Seroka Kêmanîya Civata Nûneran Nancy Pelosi li Qesra Sipî bi Serok Obama û Cîgirê Serok Joe Biden re hatin ba hev.

Eger lîmîta deynwergirtinê heta 2’yê Tebaxê nêye bilind kirin, hîngê dirava Amerîkayê tunebe ku deynên xwe bide û ew jî bandorên weranker li ser ekonomîya Amerîkî bike.

Derengîya Înîyê, rêberên Demokrat yên Senatoyê bang li qanûndanerên Komarî kiribû ku piştgirîya plana ku ji alîyê Rêberê Piranîya Senatoyê Harry Reid e hatibû amade kirin bikin.

Roja Înîyê pêşnîyara ku Rêberê Piranîya Senatoyê Harry Reid pêşkêş kirîbû ji alîyê Civata Nûneran ya bi piranîya Komarîyan ve hatibû pûç kirin, piştî ku Senatoya bi piranîya Demoratan pêşnîyara John Boehner red kirîbû.

Li gorî plana Harry Reid ku Qesra Sipî ji piştgirî lêdikir, xercên hikûmetê bi qasî 2.5 trîlyonan bihata kêm kirin û lîmîta qanûnî ya deynkirinê jî bihata bilind kirin heta dawîya sala 2012’an ku têra hikûmetê bike.

XS
SM
MD
LG