Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriya: Di Peqîna Bajarê Cible de 9 Kes Tên Kuştin


Ajansa Reuters li gor Televizyona dewleta Sûrî radigehîne ku, roja Pênşemê li bajarê Cible yê girêdayî parêzgeha Laziqiye trombêlek bombekirî teqîye di encam de 9 kes hatine kuştin.

Li bajarê Cible 2 bingehên leşkerê Rûsî hene, polîsên Sûrî dibêjin, hejmarek zêde ya trombêlan ji egera peqînê hatine şewitandin û ziyanên madî yên mezin bi herêma bazirganî ketine, jiber ku peqîn di cergê herêmek qelebalix û bazirganî de pêkhatiye.

Ghasan Findî yek ji berpirsên saxlemiyê yên di asta bilind de gotiye Televizyona dewletê, dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe jiber ku gav bi gav hejmara birîndaran zêde dibe û wan vediguhêzin nexoşxanên nêzîkî cihê bûyerê.

Wekt tê zanîn binghên leşkerê Rûsî li Cible û Tertos hene, li meha Gulana borî ew rastî êrîşan hat bûn, 150 kes hatbûn kuştin û zêdetirî 200 kes birîndar bibûn, dewleta Îslamê DAIŞ û gropên şîdetkar her dem peqînên li Sûriyê digirin ser xwe.

XS
SM
MD
LG