Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye: Serokê Komîteya Yekîtîya Ereb Pêşbiryar e


Çavdêrên Yekîtîya Ereb li kolanên Sûrîyê ne

Nûnerê Sûrîyê yê li Yekîtîya Ereb dibêje, serokê komîteya li ser Sûrîyê, bi daxuyanîyên xwe helwesteke pêşbiryar li hember kêşeya welatê wî nîşan daye.

Ajansa nûçeyan ya SANAA ya fermî îro Duşemê ji zarê Yusuf Ahmed ragihand ku wî gotîye, "piranîya gelê Sûrîyê" li dijî maytekirina derveyî ya li ser wî welatî ye.

Daxuyanîyên wî wekî bersîvdana şîroveyên do Yekşemê ya Serokwezîrê Qatarî Şêx Hamad Bîn Casim El Thanî bang li hikûmeta Sûrî kirîbû eciqandin tepeserkirina xwe ya kujêr ya li ser xwenîşanderan rawestîne.

Wezîrên Yekîtîya Ereb roja Yekşemê qayil bibûn ku hejmara çavdêran zêde bikin da ku bişopînin Surîye soza xwe ya sekinandina tundî û tûjîyê bicîh tîne yan ne.

XS
SM
MD
LG