Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê Dibêje 5 Kesên Parastinê Hatin Kuştin


Sûrîyê Dibêje 5 Kesên Parastinê Hatin Kuştin

Ragehandina dewletê li Sûrîya dibêjît komelêt çekdar yêt tirorîst pênc kesêt parastinê kuştin û 17 kesêt dî brîndar kirin di hêrişekê da li başura Sûrîya.

Ajansa peyamêt SANA ya dewletê got hêrişa roja Pêncşembî boseyek bu li ber karwanekê leşkirî vedabu li parêzgeha Daraa,nêzîkî 100 kîlomêtra li başura Dîmeşqa paytext.

Serhildana dijî Serok Beşar al-Esad li meha sê Avdarê li Daraa destpêkir,piştî karbidestan 15 cihêlêt nûgeh girtîn bi tawana nivîsînêt dijî hikûmetê li ser dîwaran.

Neteweyêt Êkgirtî (N.Ê) dibêjît bi kêmî ve 2,700 kes hatîne kuştin ewey tepeserkirina xwenîşanderan destpêkirî, 100 ji wan kuştiyan zarok bûn.

XS
SM
MD
LG