Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Dibêje di Cot Peqînan de 40 Kes Mirin


Sûrîye Dibêje di Cot Peqînan de 40 Kes Mirin
Sûrîye Dibêje di Cot Peqînan de 40 Kes Mirin

Karbidestên Sûrî dibêjin, di encama du peqînên xwekujî de, herî kêm 40 kes li Şamê hatine kuştin û 100 kesêm din jî birîndar bûn.

Televîzyona dewletê radigîhîne ku 2 bombevan îro Înê bi otomobîlên ku bi keresteyên peqînkar dagirtî bûn, êrîşî du avahîyên hikûmetê kirin.

Ajansa nûçeyan ya dewletê, SANA wêneyên qûrbanîyên bi gotina wê, “êrîşên terorîstî” nîşan dan. Ajansa dewletê her wiha ragihand, hemwelatîyên Sûrî hem li paytaxt Şamê û hem li çend bajarên din civîyan ku peqînan protesto bikin.

Dîdevan radigîhînin ku wan piştî peqînan, dengên topên giran bihîstine. Karbidestên Sûrî dibêjin, dibe ku mîlîtanên El Qaydê ji êrîşan berpirs bin.

Peqînên îro li vê demê tên ku şandeyeke bilind ya Yekîtîya Ereb, jibo danana mîsyona çavdêrîyê li wî welatî ne.

Bi alîyekî din ve, opozîsyona Sûrî îro Înê banga xwepêşandanên girseyî ya dijî çavdêrên Yekîtîya Ereb kir ku jibo şopandina eciqandin û tepesera hikûmetê hatibûn Sûrîyê.

Grubên opzîsyonê dibêjin, hikûmet wekî taktîk rê dide wan çadêran ku pêşî li tole û cezayên navnetewî bigire.

XS
SM
MD
LG