Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye û Paşeroja Kêmnetewan


Sûrîye û Paşeroja Kêmnetewan
Sûrîye û Paşeroja Kêmnetewan

Di dîroka Sûrîyê de, kêmnetewe hergav xwedî roleke girîng bûn di pêşketina welat de. Gelek mînak jî hene ku vê rastîyê eşkere dike. Nuha deng ji nav kêmnetewan derdikevin ku tirsa xwe derbarê rewşa nuha û paşeroja wan tînin ziman. Piştî 11 mehan ji serhildana dijî rejîma Serok Beşar El Esed, hêzên Îslamî jî bi giranî daketine holê ku hin ji wan doza damezrandina dewleteke Îslamî li Sûrîyê dikin, piştî ketina rejîma nuha.

Di programa heftane ya Dormêz de, sê mêvanên Pişka Kurd ronî avêtin ser gelek xalên girîng û hestyar. Di demekê de ku rejîma Sûrîye kêmnetewan heta radeyekê jibo berjewendîyên xwe bikar tîne, hin rexne ji alîyê piranîya Erebên Sunnî li van kêmnetewan têne kirin. Ereb idîa dikin tirsa kêmnetewan ne di cihê xwe de ye û bê wate ye.

Dr. Arif Delîla, mamosteyê zanîngehê yê sîyasetên aborî, dide zanîn ku şaşîtîyeke mezin e miletê Sûrîyê peyîvên wekî piranî û kêmnetew bikar tîne. Li gorî wî, pêwîst e Sûrî li ser bingeha wekhevî û hemwelatîyê welatê xwe ava bikin. Dr. Delîla dibêje eger gelê Sûrîyê bixwaze welatekî serbixwe û demokratîk ava bike, divê berî her tiştî ev cûdahîyên navbera kêmanîyên netewî û olî werin rahiştin. Hingê dê demokrasî mafên her kesî bi awayekî dadmend biparêze.

Renda Qesîs, nivîskar û endama Encûmena Niştimanî ya Sûrî, ji Parîs, dide xuya kirin ku di 40 salên hikûmdarîya xwe de, rejîma Sûrîyê hewl daye ku tirs û nebawerîyê têxe nav hemû gelên Sûrîyê, ne tenê kêmnetew. Xanim Qesîs dibêje rast e ew doza demokrasîyê dikin, lê divê neyê jibîr kirin ev kêmnetew ji hemû mafên xwe yên mirovahî hatine bêpar kirin. Di dawîya axaftina xwe de, Renda Qesîs bang li hemû alîyan dikin ku di vê qonaxa hestyar û metirîdar de bi hevre rawestin da ku hemû pîlanên rejîmê têk bibin.

Ji alîyê din ve, nivîskar û rojnamevanê Kurd Cîhad Salih, ji Washington, rewşa Kurdan di vê pirsgirêkê de şîrove dike. Ew dibêje Kurd naxwazin ji alîyên Ereban wekî her car werin xapandin. Birêz Salih tîne ziman ku dema Kurd sala 2004’ê serhildana Qamişlo kirin, Ereb ligel wan ranewestîn. Ew dibêje ji bilî çend rewşenbîran, piranîya opozisyona Ereb wê demê bêdeng mabû.

Jibo guhdarîkirina vê programê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG