Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî: Hêzên Hikûmetê Berdewam Êrîşî Helebê Dikin


Bizavkarên Sûrî dibêjin pevçûn navbera hêzên hikûmetê û serhildayan li bajarê Heleb'ê berdewam in, li vê demê ku artêş êrîşî deverên bin kontrola opozîsyonê dike.

Komîteyên Kordanîsyona Xwecihî û Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan radigihînin ku şer li çend deverên Helebê didomin.

Tê ragihandin, artêşa Sûrîyê roja Çarşemê êrîşeke du alî parçe li bajarê Heleb'ê destpê kir. Artêşa Sûrî di êrîşa dijî serhildayan de helîkopteran jî bikar tîne.

Li heman demê, hevalbenda Sûrîyê, Îran jî hewil dide bi rêya danûstandinên li Tehranê çareserîyekê jibo krîzê peyda bike.

Wezîrê Derve yê Îranê Alî Ekber Salihî dibêje, Tehran mêvandarîya kombûnekê dike, jibo wan welatên ku bi pêkanîna agirbestê pêbend in û dixwazin alîkarîyên mirovahî bişînin Sûrîyê û pişt re amadekarîyan jibo dîyalogê bikin.

Rûsya jibo danûstandinên Tehranê balyozê xwe dişîne Îranê, lê hîn ne zelal e ku kîjan welatên din pişikdarî li wê kombûnê bikin.

Her li roja Pêncşemê, Serokê Sûrîyê Beşar El Esed, Wael al-Halqi wekî serokwezîrê nû yê welêt destnîşan kir, piştî ku destpêka vê hefteyê serokwezîrê berê Riyad Hîcab ji hikûmetê veqetîyabû.
XS
SM
MD
LG