Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Bingeheke Leşkerî li Başûrê Sûrîyê kontrol kirine.


Bizavkarên dijî hikûmetê li Sûrîyê dibêjin ku serhildayan bingeheke leşkerî li başûrê Sûrîyê kontrol kirine.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye, dibêje ku şervanên opozîsyonê îro Çarşemê bingeha hêzên asmanî ya ji derveyê bajarê Deraa birin, piştî şerekî ligel hêzên Serok Beşar Esed ku çend rojan li wê deverê dirêj kir.

Kontrolkirina bingeha leşkerî pêşveçûna herî dawî ya serhildayên Sûrî ye li devera stratejî ya nêzîkî tixûbê Urdunê.

Di van hefteyên dawî de, serhildayan zincîreke êrîş li ser bajarok û bingehên leşkerî li başûrê Sûrîyê destpê kirine. Ev yek bi piranî bi rêya zêdebûna çekên ku ji derve ji wan re tên, pêk tê.

Berî jî opozîsyonê destê xwe danîye ser parçeyên mezin ji bakurê welêt û hinek parçe ji Helebê, ku bajarê herî mezin ya Sûrîyê ye.
XS
SM
MD
LG